CîhanNûçeZanîstî

Cîhazeke fikrê mirov dixwîne hat çêkirin

Li gor nûçeya Wall Street Journalê komeke zanyaran ên ji Zanîngeha Calîforniayê ya li San Franciscoyê cîhazeke dikare şifreyên mêjî bixwîne û fikrên ji mêjî ra derbas dibin derbasî gotinê bike çêkirin.

Hat gotin zanyar ji bo ku sînyalên mêjî veguherînin gotinan lêkolînek kirin.

Ji bo vê elektrot di mêjiyên 5 dildaran da bi cih kirin. Kesên dildar dema hevokên ceribandinê xwendin zanyaran jî xweajoyên noral ên ku di lêv, çene, ziman û gewriyê da dengan dike peyv qeyd kirin.

Paşê ev qeyd sînyalên mêjî wek deng hatin veguhastin.

Hat tespîtkirin di deqîqeyekê da 150 peyv hema hema ji sedî 70 rast wek hevok hatin sazkirin.

Profesor Edward Changê di koma lêkolînê da ye got bi saya vê xebatê cara ewil e ku aktîvîteyên mêjî dikarin bikin hevok.

Tê gotin daxwaz ew e ku ev xebat zêdetir pêşva bê birin û ev cîhaza mêjî di pêşerojê da ji bo nexweşên nikarin biaxivin bê bikaranîn.

Hûrgiliyên xebatê di kovara Natureyê da hatin weşandin.

Başa dön tuşu