EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Afxanîstan: Dibe li giştiyê welêt DAIŞiyên xwe xistine şikê koçberan hebin

Serokê Parlamentoya Afxanîstanê Hecî Zahîr Kadîr ragihand ku dibe li giştiyê welêt DAIŞiyên xwe xistine şikê koçberan hebin

Kadir diyar kir ku li her herêmê nêzî 200 malbatên afxanî di bin gumanê dene. Tê payîn ku di nav wan malbatan de terorîstên DAIŞê hebin. Kontrolkirina vê yekê zehmet e, ji bo vê yekê delîlên berbiçev hewcene. Lewma piraniya wan xwe wek misilmanên ji dil û can didin nîşandan.

Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku propagandaya DAIŞê bi ewayek aktîf di nav koçberan de tê kirin. Divê hikûmeta Afxanîstanê li dijî terorîzmê têkoşînên bi biryar birêve bibe û wiha pê de çû: “Beravajî dibe terorîstên DAIŞê xwe li herêmên ku şer lê tine ne bicih bikin û wan herêman bêîstîqrar bikin.” Herwiha rêvebiriya Afxanîstanê ji bo koçber li welêt bimînin dest bi bernameyek civakî kiribû. Divê çerçoveyê de kesên neçar mane cih û warên xwe terikandine, zeviyên ku ji bo çandiniyê dikarin bikar bînin, dabû malbatan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu