AsyaEwropaNûçe

Çîn: “Me li sînorê Rûsyayê moşeka balîstîk bicih nekiriye”

Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ji bo ajansa Spûtnîkê de got: “Nûçeyên ku Çînê hebûna xwe ya leşkerî li sînorê Rûsyayê zêde kiriye ne rast in. Ev nûçeyên zêdekirina hebûna leşkerî li sînorê Rûsyayê tenê spekülasyon in, ne tiştekî din e.”

Rojnameya Global Times a çînî duhî di nûçeya xwe de ragihandibû ku Çînê li bakurê rojhilatê welat li herêma Heilongjiangê ku dikeve sînorê Rûsyayê moşekên balîstîk bicih kirine.

Herwiha Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî duhî di daxuyaniya xwe de gotibû “Heke ev nûçe rast bin em vê gava Çînê ji bo xwe wekî metirsî nabînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu