IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Desteyeke Wezareta Karên Derve ya Iraqê gihîşt Şamê

Desteyeke iraqî bi merema vekirina dubare ya derîyên sînorî yên hevpar digel Sûrîyê, çû Şamê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sûrîyê (SANA), desteya iraqî bi serokatîya Udey Xeyrullah serokê Dayra Welatên Cînar a Wezareta Karên Derve ya Iraqê gihîşt Şamê û bi Feysel Miqdad Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê re civîya.

Li gorî vê raporê, Udey Xêyrullah di hevdîtina digel Feysel Miqdad da pêgirî li ser girîngîya bihêzkirina peywendîyên di navbera her du welatan da kir û got: Sûrîye qadeke geş ji bo dabînkirina hewcedarîyên pêşxistina aborî ya gelê Iraqê ye.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê jî di vê hevdîtinê de pêgirî li ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên Şam-Bexdayê û hewildana ji bo bihêzkirina wan peywendîyan di warên sîyasî, çandî û aborî da kir.

Feysel Miqdad herwiha got: Vekirina jinûve ya derîyên sînorî, peywendîyên aborî yên her du welatan wê xurt bike û derfetên danuistandinên ticarî dabîn bike.

Feysel Miqdad herwiha pesna hevdengîya berdewam a artêşên her du welatan di warê têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê û jinavbirina wê li her du welatan da.

Başa dön tuşu