CîhanEwropaNûçe

Çîn şeş caran firokevanê Amerîka yê hişyar kir

Artêşa Çînê piştî ketina firokeyeka hêza deryayî ya Amerîkayêî nav sînorê Deryaya Çîna Başûr, şeş caran firokevanê vê firokeyê hişyar kir ku axa Çînê biterikîne.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Firokeya Posaydin P8ê ya artêşa Amerîkayê li bilindahiya 16 hezar û 500 pê û li ser çend zinarên mercanî li vê navçeyê ketibû gerrê.

Nûçegihanê CNNê ku ji lêniştiyên vê firokeyê bûye, hin wêne ji van zinaran ku Çînê bi avahîçêkirinê têda giravên destî çêkirine, weşandin.

Li Deryaya Çîna Başûr çavkaniyên mezin ên petrol  ûgazê hene û cihê derbasbûna gemiyên ticarî ye.

Bronêî, Malizya, Fîlîpîn, Tayvan û Viyêtnam li ser xwedîtiya ser hin giravên vê deryayê bi Çînê ra nakok in û hebûna carcarî ya gemiyên şêrr ên amerîkî jî kêşe li vê navçeyê zêde kirine.

Çend mehan beriya niha jî keştiya cengî ya USS Mastenê ya Amerîkayê bi derbasbûna 12 maylî ya girava Mîsşîfê ji giravên Spratliyê, kêşeyeka nû li navçeyê pêk anîbû.

Çîn her cûre çalakiya ku ewlehî û aramiyê li hev xîne, red dike û destnîşan dike ku giravên xwe yên destçêkirî bi armanca bikaranîna ne-leşkerî çêkirine.

Başa dön tuşu