ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Berxwedan û yekitîya gelê Îranê bersiva her xurt li hemberî gotinên sivik ên hikimdarên amerîkî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku gefên pûç ên hin hikimdarên Amerîkayê, ne hêjayî bersivdanê ne û dîyar kir: Berxwedan, yekitî û guhnedana gelê Îranê li hemberî gef û planên Amerîkayê û hewildana ji bo pûçkirina komployên dijminan, bersiva herî bihêz a li hemberî gotinên rezîl û sivik ên hikimdarên amerîkî ye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna desteya wezîran bal kişand ser dozvekirina Îranê li dijî Amerîkayê ya li Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê û got: Pirranîya welatên cîhanê kiryarên Amerîkayê nerast dibînin, şermezar dikin û yan jî herîkêm ji ber wan heyf û mixabinîya xwe nîşan didin.

Rûhanî bi gotina vîya ku Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê, dezgeha herî pilebilind a lêvegera a hiqûqê li dinyayê tê hesêb, tekez kir: Dewleta Amerîkayê ku Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê hişyar dike, divê haya wê li kiryar û planên Waşîngtonê di vî warî de hebe.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê duh danê êvarê li nameyeke fermî ji bo Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê, tevî ragihandina dema şopandina doza ku Îranê dijî Amerîkayê vekirîye, delweta Waşîngtonê hişyar kir ku xwe ji her cure pêngava nû ku bibe sedema sepandina yekalî ya boykotan ser Îranê da dûr bigire.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de bi dubarekirina buxtanên pûç li dijî Îranê, vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî û sepandina dubare ya boykotên navokî dijî Îranê ragihand.

Birayan Hûk rêvebirê kivşkirina sîysetê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di 2`yê Tîrmehê de bi şirovekirina istiratêjîya nû ya dewleta Trump li hemberî Îranê ragihand: Dewra nû ya boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê ku pişkên maşînçêkirin û Zêran digire ber xwe, dê ji 4`ê Tebaxa îsal va û dewra din jî ku enerjî û danuistandina dirêv a bankên Îranê digire ber xwe, wê ji 4`ê Mijdarê va destpê bibe.

Başa dön tuşu