IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Cinayeta nû ya DAIŞê li Felûca rojavaya Iraqê

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê li cinayeteke nû bi dehan kes ji xelkê Felûcê li rojava Iraqê xiste nav çemê Firatê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tesnim News`ê, terorîstên DAIŞ`ê li cinaeteke nû bi dehan kes ji xelkê bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê ji wan zarok, jin û kesên kal ku hewl didan xwe ji destê terorîstan rizgar bikin xiste çemê Firatê ku gişt xendiqîn.

Endamên DAIŞ`ê ji dema dagîrkirina bajarê Mûsilê bi hezaran kes ji xelkê vî bajarî bi tawanên curbicur îdam kirine.

Ji aliyê din ve DAIŞ`ê 18 welatiyên iraqî bi tawana sîxoriya bo dewletê û Herêma Kurdistana Iraqê bi şêwazên curbciur li bajarê Mûsila navenda parzêgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî îdam kirin.

Endamê grûpa treorîst a DAIŞ`ê piştî êrişên balefirên iraqî ser meqer û veşartîgehên wan û kuştina bi sedan kesan li bajarê Felûcê li halê têkçûnê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu