Cinayeteka din a emerîkiyan li rojhilata Sûriyê
Balefirên cengê yên emerîkî bi dehan xelk sivîl li bajarê Meyadînê ya parzêgeha Dêrezorê li rojhilata Sûriyê kuştin.
Li gorî rapora SANA`Newsê, çavkaniyên xwecî raghandin: Bombebarana balefirên cengê yên hevalebdniya qaşo li dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê vê sibê û di dema derketian xelkê ji malan li çarriya El-Feneşê li bajarê Meyadînê cih ahtie.
Li encama vê bombebaranê, xisarên giran li binavahiyên giştî û taybet ketin.
Balefirên emerîkî 16 Tîmehê bajaroak El-Keşkiyê li perva a çemê Firatê bombebaran kirin ku lie ncaam wê hejmarek ji welatiyên sûrî hatin kuştin an birîndar bûn.
Pêştir jî balefirên cengê yên Emerîkayê li rojên 27-28-29 Hezîranê bi bombebarana bajaroka El-Suwerê, gundê El-Deblanê û bajarê El-Meyadînê zêde ji 90 wlatiyêns ûrî kuştin.
Emerîka û çend welatên hevpeymanên wê ji Tebaxa 2014an ve bi mehna rawestana li ber grûpa terorsîtî ay DAIŞê, dervey çarçoveya NY û bêyî hevdengiya tev dewleta Sûriyê hevalbendiyeke navneteweyî pêk aniye ku heya niha piraniya welatiyên sûrî kuştine û piraniya binavahiyên vî welatî kavil kiriye. Sûriyê bi caran ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwestiye ku ev destdirêjî û kiryarên neqanûnî bi serkirdetiya Emerîkayê şermezar bike.