IraqNûçeRojhilatanavin

Cinayetên diltezîn ên terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê

Terorîstên DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe yên dijî kesên sivîl ên li bakûrê Iraqê, 15 kes ji zarokên aware yên bajarê Mûsilê ku ber bi hêzên ewlehiya Iraqê ve dimeşiyan, dan ber reşaşê.

Berî niha jî Koma terorîst a DAIŞ`ê, fîlmekê ji komkujiya 200 zarokên ku dijî tevlîbûna li vê komê derketibûn, weşand.

Terorîst bona pêşîlêgirtina ji derketina sivîlan û heta zarokan ji navçeyên di bin desthilatdariya xwe, bi riyên herî hovane yên kuştinê, tirs û xofê pêk tînin.

Terorîstên DAIŞ`ê ku nikarin li hember hêzên ewlehiyê yên li bajarê Mûsilê bisekinin, sivîl û bi taybet zarokan, wek mertala mirovî bi kar tînin.

Herwiha Seid Meen, berdevkê erkantiya operasyona artêşa Iraqê, îro ragihand, du bombeyên ku li tekerên du trombîlan hatibûn danîn, yek li bajaroka Sedrê li rojhilat û ya din jî li navçeya Bab El Şêxê li navenda Bexdayê teqiyan ku di encama wê de hejmarek welatiyên iraqî birîndar bûn.

Eva li rewşekê ye ku wezareta berevaniya Iraqê roja çarşemiyê, komeka ser bi DAIŞ`ê ku dil hebû li paytexta vî welatî aloziyan derxîne, kivş kir û ew rûxand. Hêzêzn Heşdi Şeibî roja çarşemiyê bi çekên dijî hewayî, balafireka bêfirokevan a terorîstan li perravên rojavayî yên navçeya Şerqatê ku fîlman radikir û pêgehên hêzên iraqî dinasî, kirin armanc û ew jorda xistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu