CîhanEwropaNûçe

Çînê Amerîka hişyar kir

Wezareta Derve û Parastin a Çînê bertek nîşanî keştiyên balafirên şer ên Amerîkayê ku ketin deryaya nêzî Giravên Şişayê dan û ragihandin ku ev çalekiyeke provokatîf e.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Lu Kang di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Destroyerên Amerîka yên bi navê Higgins û Antietam bê destûr ketin deryaya Giravên Şişayê. Çîn ji vê hewldana çalekiya provokatîf a Amerîkayê dilgiran e û bi tundî em li dij derdikevin.”

Lu Kang di berdewamiya daxuyaniya xwe de bangî Washîngtonê dike ku dev ki van çalekiyên provokatîf ku ewlehiya Çîne dixe xeterê berde. Rêvebiriya Pekînê ji bo ewlehî û desthilatiya neteweyî de bergiriyên pêwsit wergire.”

Herwiha Wezareta Parastin a Çînê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo destroyerên amerîkî herêmê biterikîninin û wan hişyar bikin keştiyên balafirên şer gihîştin herêmê.

Başa dön tuşu