AborîAsyaCîhanNûçe

Çînê dîsa têkiliyên dîplomatîk bi Sao Tome û Principê re dane destpêkirin

Hefteya borî ji bo ku Sao Tome û Principe têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tayvanê re birîn, Çînê bi van herdu welatan re dîsa pêwendiyên dîplomatîk da destpêkrin.

Hefteya borî ji bo ku Sao Tome û Principe têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tayvanê re birîn, Çînê bi van herdu welatan re dîsa pêwendiyên dîplomatîk da destpêkrin.

Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi bi Wezîrê Derve yê Sao Tome û Wezîrê Derve yê Principê Urbino Botelho re li Pekînê hevdîtinek pêk anîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê, Vang di hevdîtina bi hemkarê xwe Botelho re piştî 20 salan ji bo avakirina têkiliyên dîplomatîk metnekî hevpar îmze kirine.

Hat ragihandin ku herdu wezîran ji bo pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û di hevkariya herêmî de lihev kirine. Wezîran di mutebeqeta xwe li ser pêşxistina têkiliyên perwerde, Çand, tendirustî, turîzm, medya û pêwendiyên însanî mutabiq mane. Welatên EfrîqeyaRojava Sao Tome û Principe di sala 1997an de ji bo ku têkiliyên dîplomatîk bi Tayvanê re danîbûn Çînê jî hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji wan welatên Efrîqeya Rojava birîbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu