AsyaNûçe

Çînê ji Emerîkayê xwest ku gerrên xwe yên sîxoriyê rawestîne

Wezareta karên derve ya Çînê bi weşandina daxûyaniyekê ji Emerîkayê xwest ku gerrên xwe yên sîxorî û eskeriyê li navçeyê rawestîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya roja înê ya wezareta karên dreve ya Çînê, fukara li bara van firînan bi tundî hatiye hilêxistin û ev kiryarên Emerîkayê wek berbenda ser riya ewlehiya Çînê hatine zanîn.

Ev daxûyaniya dibêje ku firînên sîxoriyê û eskeriyê yên Emerîkayê ewlehiya deryayî ya Çînê û navçeyê têxe xeterê û divê bêne rawestandin.

Daxûyaniya wezareta karên derve ya Çînê wê demê hat dayîn ku balefireke sîxoriyê ya YP-3 ya Emerîkayê li derdora giravên Haynenê li başûrê Çînê ser esmanê deryaya Çînê firiya.

Emerîkayê piştî vê bûyerê ku wer xûya dike duh qewimîbe ragihand ku du balefirên cengê yên Çînê bi awayekî neewleh ketine dû vê balefira sîxoriyê lê Hong Lî Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê ev gotin şaş û derew da zanîn.

Emerîkayê vê dawiyê dewreke teze ya hizûra xwe ya eskerî li navçeya rojhilata Asiyayê bityabet deryaya Çîna Başûr destpê kiriye û di vê çarçovê da vê dawiyê papora Larensê jî şande navçeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu