AsyaNûçeRojhilatanavin

Çînê li bara belavbûna nexweşiya Zîkayê li başûrê rojhilata Asiyayê hişyarî da

Piştî zêdebûna hejmara kesên ku li başûrê rojhilata Asiyayê tûşî nexweşiya Zîkayê bûne Çînê li bara berfirehbûna vê nexweşiyê û sefera welatiyên xwe bo vê navçê hişyarî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, piraniya hejmara geştyarên ku sefera  welatên  başûrê rojhilata Asiyayê dikin ji Çînê ne û li sala buhurî zêde ji 100 milyon çînî seredana  Taylendê kriine.

Fikar û hişyarî yên zêde li bara Sengapûrê ne ku Çînê ji welatiyên xwe xwestiye sefera van welatan nekin.

Wayrosa Zîkayê li Sengapûrê bi lezgînî li halê belavbûnê ye û bi tûşbûna 17 nexweşên nû hejmara tûşbûyiyên Zîkayê li vî welatî gihêştiye 275 kesan û  hatiye ragihandin ku ev nexweşiya  li Malizya û Taylandê jî belav bûye. Rêxistina cîhanî ya tendrustiyê belavbûna wayrosa Zîkayê weke rewşeke awarte  ya cîhanî daye ragihandin.

Li gorî rapûorên hatî weşandin heya niha milyonek û 50 hezar kes li 55 welatên  cîhanê tûşî nexweşya  Zîkayê bûne ku heya niha  derman an wakseneke taybet jibo  girtina pêşiya wê berem nehatiye.

Vîrûsa Zîkayê jibo cara yekê li sala 1947an  li welatê Ûgandayê li nav curek meymûnan hatiye dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu