ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Ceferî: Hevalbendiya ererb û rojavayîyan li Hudeydê têk çûye

Fermandê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bal kişand ser alûgorên Yemenê di rojên buhurî de û got: Hevalbendiya Erebî û Rojavayî ya li Hudeyde ya Yemenê têk çûye û li dahatiyeka nêz de em ê bibine şahidê serketina gelê Yemenê.

Hevalbendiya êrişker a Siûdî ji 13`ê Hezîranê ve hin êrişên berfireh ji bo dagîrkirina bendera Hudeydê li rojavaya Yemenê destpê kirine.

Serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî, fermandê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba  Îslamî, sibeha îro sêşemiyê li rêûrismekê li Têhranê bal kişand ser serketina navçeyî ya Îranê û got: Serketinên gelê Iraq, Libnan û Sûriyê, serketinên mêhwera berxwedanê li hember hêzxurtên zorbêj û kirêgirtiyên wan in.

Serleşker Ceferî, herwiha li ser şiyana mûşekî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji hêla zanistî ve, şiyana wê heye ku birra mûşekan zêde bike lê niha zêdekirina birra mûşekan, siyaseta Îranê nîne.

Serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî, fermandê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba  Îslamî, destnîşan kir: Gelek ji armancên stratêjîk ên dijminan dikevin ber birra 2000 kîlometreyî ya mûşekên îranî ku her ev birra, ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê, pêk tîne.

Başa dön tuşu