EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna navneteweyî ya bazara şîrketên îranî bi beşdariya berpirsên îranî û brîtanyayî li Londonê hat lidarxistin

Civîna  navneteweyî ya yekrojî ya bazara  şîrketên îranî duh ji aliyê du saziyên  “Koma Parsiyana Hûşmend“ a Îranê û “Frantear Exchange“a Inglîzê bi beşdariya odeya bazirganî, pêşe, maden û cotkariya Têhranê û hevkariya wezareta ticareta navneteweyî ya Inglîzê hat lidarxistin.

Hesen Firûzan Ferd endamê taxima  nunerên  odeya bazirganî, pêşe, maden û cotkariyê yê Têharnê, Lîsa Vîdon endamê pilebilind  ê wezareta ticareta navneteweyî ya Inglîzê û Cûliyan Lîn şêwirmendê Sindûqa Garantiya Derfirotina Brîtanyayê ji axêverên vê civîna yekrojî bûn.

Ev civîna  bi armanca dabînkirina malî û  xebitandina sermayê jibo projeyên  geşatiyê yên Îranê hat lidarxistin.

Li vê civînê rakirina boykotên li dijî Îanê piştî rêketinnameya navokî û bandora wê ser hevkariyên  ticarî tev Îranê hat hilkolandin.

“Huseyn Elawî“ ji birêveberên  sereke yên  vê civîna navneteweyî got: Sermayedanerên  biyanî baş dizanin ku  Îran xwediyê pêşeyên curbicur e û derfetên  xebitandina sermayê li beşên nift, gaz, maden û teknolojiyê heye lê heya niha  civînek ku  bi awayekî taybet rewşê jibo propagendeya  şîrketên Îranê pêk bîne nehatiye lidarxistin.

Biryar e îro sêşemiyê gotûbêjên  çalakên aborî yên Îran û Brîtanyayê li Londonê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu