NûçeAsyaCîhanEwropa

Çînê rapora Amerîkayê ya li ser herêma Sîncanê red kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê îdiayên Amerîka yên derbarê helwesta Çînê ya li herêma Sîncanê red kir.

Herî dawî ji aliyê hikûmeta DYA’yê ve raporek hate weşandin û tê de îdiayên binpêkirina mafên mirovan ên li herêma Sîncanê ya Çînê derket pêş. Ev îdia gelek caran ji aliyê berpirsên Amerîkî ve hatin kirin, lê berpirsên Çînê ew red kirin. Di serdana xwe ya hefteya borî de bo herêma Sîncanê, serokê Çînê bi bîr xist ku rayedarên herêmê garantîkirina azadî û pêdiviyên olî, û beşdarbûna gelê xwecihî di rêvebirin û geşepêdana Sîncanê de. Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin roja Duşemê (18ê Tîrmehê) bertek nîşan da. Li ser raporta Amerîka ya derbarê pirsgirêka mafên mirovan li herêma Sîncanê û got ku pirsgirêkên li vê herêmê bi mafên mirovan, etnîsîte û etnîkî ve girêdayî ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê nûçeyên Amerîkayê yên li ser mijarên girêdayî Sîncanê derew bi nav kir û got: “Amerîka ji mafên xwe yên mirovî kor e, lê li dinyayê wek patronekî mafyayê tevdigere û bi îdiayên derew û êrişî welatên din dike.” .

Başa dön tuşu