ÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî: Bila berpirs li dezgehên dewletê û yên dadwerîyê baldar bin ku sînorê şexsî û nihênîyên jîyana gel parastî bimînin

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî duh nîvro li hevdîtina digel hejmareke berpirs û rêvebirên welêt tevî pîrozkirina cejnên di pêş de û meha Recebê, ew rojên bimbarek derfetên berbiçav ji bo ibadet û tewesulê bi nav kirin û got: Tirsa ji Xwedê, dûrketina ji karên guneh, xîyanet û dinyahezîyê ku sedema berxwedan û rawestanê û ji bo berpirsan jî seratir ji hemî babetên wacib in, girêdayîyê bihêzkirina peywendîya digel Xwedê ne.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî, “baldarî“ rêya girtina pêşîya xeflet û jordaketin û têkçûna berebere zanî û got:  Em hem berpirsên Komara Islamî ya Îranê divê dilê xwe da seraskirinê pêk bînin, ji ber ku Komara Islamî ya Îranê li gorî armanc û ramanên girîng ên wek tewhîd û şerîeta ilahî, dadperwerî, azadî û serxwebûnê hatîye damezirandin û bi hikûmetên asayî yên li dinyayê re ferq dike.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî bi pêgirîya ser pêwîstîya rêkûpêkirina rewşa karkirin û qazanckirinê wek bingeha aborîya welêt jî got: Ev kara yek ji erkên navenda birêvebirina aborîya ser bingeha berxwedanê ye û ew navenda jî çareserkirina pirsgirêkan dişopîne lê divê kar û bar bi hêz û morala ciwanane bên şopandin.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî herwiha ji ber ku daxwaza sazkirina şebekeyên civakî û peyamgîhandinê yên navxweyî bûye daxwaza giştî kêfxweşîya xwe dîyar kir û got: Berpirs divê ewlehî û sînorê navxweyî û şexsî yê gel û welêt biparêzin, destwerdana li ewlehî û sînorên şexsî yên gel “li gorî şerîetê Heram“ e û nabe ev yeka bibe.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî herwiha got: Bila berpirs li dezgehên dewletê û yên dadwerîyê baldar bin ku sînorê şexsî û nihênîyên jîyana gel parastî bimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu