Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku ew Dadgeha Cezayê a Nevnetewî ji bo dîtin û darizandina kesên ku destên wan di komkujiya êzidiyan de hene peywirdar bike.
Pisporê Rojhilata Navîn ê Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) Kamal Sido, têkildarî banga xwe de li Gottingenê daxuyaniye da û tê de got: ” Divê sûcên şer ên DAIŞê ên li dijî êzidî û kêmarên din ên li Iraqê, êdî di bi awayekî hiqûqî bên sizakirin.”
Li gorî agahiyên civakê di encama êrîşa DAIŞê a di sala 2014an de a li dijî gundên êzidiyan de, 7 hezar kes hatine desteserkirin. Li gorî texmînan ji ber êrişên DAIŞê ên li Iraqê heta niha 5 hezar êzidî jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 90ê wan jî cih û warên xwe terikandine. Herwiha zêdetirî 3 hezaran jin û keç jî hatine revandin ji aliyê DAIŞê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)