ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xumêynî (RE) serxwebûn û xwebawerî zivirande gelê Îranê

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê bi gotina vîya ku Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê bi saya inqilaba islamî ji hêlên têorî û piratîkî ve alûgurên mezin li civaka islamî pêk anîne, got: Îmam Xumêynî (RE) serxwebûn û xwebawerî zivirande gelê Îranê.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro bereberê Dehika Fecrê û li merasima dubarekirina peymanê ya berpirsên pilebilind ên dadwerîyê digel armancên Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê herwisan got: Inqilaba Islamî ya Îranê wek reqîba pergala lîbêral-dêmokirasî ya rojavayî, pergaleke sîyasî ya bêhempa anegorî desthilatdarîya gelanî ya dînî damezirandîye.

Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê bi gotina vîya ku wateya civaka islamî seratir ji sînorên Komara Islamî ya Îranê ye, got: Inqilaba Islamî ya Îranê di hêla têorîyê de inqilabeke fikrî ya mezin li pergala sîyasî ya serdestîya gelanî ya dînî li cîhanê pêk anî.

Amolî-Larîcanî herwisan got: Gelê Îranê hertim li meydanê ye û li hemberî gefên welatên zorbêj tê meydanê ku eva ji fêrkarîyên Îmam Xumêynî (RE) çavkanîyê digire.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê û berpirsên pilebilind ên dadwerîyê bi amadebûna li mezar Îmam Xumêynî peymana xwe digel armancên wî û inqilaba Islamî ya Îranê dubare kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu