CîhanNûçeRojhilatanavin

Civata Leşkerî ya Sûdanê Wezîrê Berevanîya vî welatî malnişîn kir

Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê basa pêngavên curbicur jibo guhertina nijayara vî welatî kir û ragihand ku Wezîrê Berevanîyê yê vî welatî Ewez Bin Ewf hatîye malnişînkirinê.

Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê herwiha bi ragihandina vê yekê ku Partîya Kongira Netewî (Partîya Umer Al Beşîr) yê di dewleta veguhestinê da pişkdar nebe û komîteyek jibo kontrolkirin û zelalkirina darayîyên partîya Umer Al Beşîr pêk anîye.

Di dewama daxûyanîya Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê de hatîye ku General Ebûbekir Mistefa wekî serokê nû yê Servîsa Istixbarata vî welatî hatîye kivşkirinê û hemî hêzên Artêşê û Efserên Polîs ku di dema nerazîbûnên vê dawîyê de hatine girtinê jî dê bên azadkirinê.

Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê herwiha ragihand ku Sefîrên vî welatî yên li Jênêv û Waşîngtonê wêde dane.

Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê Pêncşema buhurî bi dû daxûyanîya Artêşa vî welatî ku ji hêla Ewez Bin Ewf Wezîrê Berevanîyê yê berê ve hat xwendinê, hat damezirandinê.

Destpêkê Ewez Bin Ewf Serokatîya Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata Sûdanê girt destê xwe lê, rojekê piştî wê, kursîya xwe radestî Evdilfetah Burhan kir.

Başa dön tuşu