IraqNûçeRojhilatanavin

Em rê nadin ku Tirkiye beşdarî opêrasiyona azadkirina Mûsilê bibe

Rêberê koma têkoşer a “Esaêb Ehlê Heq“ a Iraqê îro ragihand ku hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî dê beşdarî opêrasiyona çekdarî ya Iraqê ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê bibin.

Li gorî rapora koma navneteweyiya Fars News`ê, Qeys Xezelî rêberê koma berxwedanê ya “Esaêb Ehlê Heq“ a Iraqê îro îniyê li kanaleke têlêvîziyonî li parêzgeha Babila Iraqê ragihand ku “Rênadin Erdoxên û hêzên wî ku beşdarî opêrasiyona azadkirina Mûsilê bibin“.

Wî her viha got: “Erdoxan û hêzên wî niakrinn li azadkirina Mûsilê hevrê digel Heşdi Şeibî bibin û hêzên Heşdi Şeibî sênaryoya parçekirina Mûsilê pûç dikin, wisa ku komploya berê li Enbar û Selahedînê pûç kirin.“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu