IraqNûçeRojhilatanavin

Destpê bûna civîna“ Iraq piştî DAIŞ`ê li Bexdayê

Civîna ser navê Iraq piştî DAIŞ`ê li parlemana vî welatî karê xwe destpê kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, li civîna du rojî ya “Iraq piştî DAIŞ“ ku ji îro sibê karê xwe li Parlemana vî welatî li Bexdayê destpê kir nûnerin ji welatên wekî Îran, Lubnan, Misr, Sûriye, Urdin û şexsiyetên derecebilind ên Iraqî jî hebûn.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li vê civînê got: Iraq qet wekî bingehek bona gefa dijî welatên cînar nîne û em gor qanûna bingehîn a Iraqê qet nahêlin ku ji nav welatê me destdirêjiyek dijî welatên cînar bê kirin.

Wî got hindek ji welatan ji Iraqê piştî DAIŞ`ê ditirsin û eva bûye sebeba ecêbmayîna me.

Ebadî li vê civînê bilî diyarkirina neyariya xwe tev hizûra hêzên biyanî li şerê tev terorîstan li Mûsilê destnîşan kir; Hêzên Iraqî bi xwe karayiya sekinîna li hemberî terorîstan heye û tu welatek pêwîst nake bi mihana sekinîna li hemberî terorîstan hêzên xwe yên eskerî bêxe nav axa Iraqê .

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî li civîna îro ya ser navê“ Irqaq piştî DAIŞ`ê“ li Bexdayê bal kişande ser vê yekê ku wehdet û hevgirtina gelê Iraqê bûye sebeb ku serketinên zav dijî terorîstên DAIŞ`ê bêne dest û got: Bi vê zûtiyê dê Mûsil jî bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bibe.

Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê jî li gotinên xwe bal kişande ser girîngiya nexş û rola welatên cîhanê li ser rûdawên nav Iraqê û destnîşan kir; Hindek ji van welatên cînar nexş û rolekî şaş li nav Iraqê hebûne ku em heta niha li hemberî wan bê deng bûne û piştî şerê dijî DAIŞ`ê emê li ser vê babetê dê biaxivin.

Wî herwisa daxwaza pêkanîna Kunseya bilind a gotûbêjên netewî kir.

Civîna Iraq piştî DAIŞ`ê bo mudeha du rojan ji îro şemiyê li zanîngeha Bexdayê û parlemana vî welatî birê ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu