AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna 50-mîn salvegera damezrandina şîrketa neteweyî ya gazê bi beşdariya serokomarê Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Mesela serbixwetiya welatekî li warên curbicur û serbixwetiyê hevcetiyên gelanî pir giring e

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja duşemiyê li civîna salvegera damezrandina  şîrketa  neteweyî ya  gaza Îranê li Tehranê bal kişand ser vê yekê ku ji sloganên sereke  yên Inqilaba  Îslamî, serbixwetî û azadî bûne û got : Inqilab yanî serbixwe û bi palpiştiya dengê xelkê bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  inqilabîbûn yanê hebûna neteweyek azad bi hizreke azad, axiftin û rexnekirin û destnîşan kir: Eva ku îro xelk li înternetê, selîqe û raya xwe li bara hakimiyet û dewlet û bernameyan û biryaran dixin rojevê nîşana azadiya rexnekirinê ye.

Serokê saziya cihanînê bal kişand ser vê yekê ku mesela nift û gazê tenê aborî nîne belkî destpêka  berhemanîna niftê li Îranê hinekî piştî inqilaba meşrûtê hevrê ligel babetên siyasî bûye û got: Nift tim li çarçova peywendiyên derfirotin û derkirînn bandor li warê siaysetê jî kiriye û gaz jî li qonaxa din ji hêla  enerjiya paqij û  hegerek bo peywendiya tev welatên din pir bibandor bûye. Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  bernama dewletê ser vê esasê ye ku  rojê 200 milyon mêtrê kûp gaz bo derfirotinê were terxankirin û got: Welatê ku bernameyeke wiha hebe dê peywendiyên baş tev welatên cînar û welatên cîhanê li warê nift û gazê hebe ji ber ku li cîhana îro mesela geşepêdanê girêdayî bi ênêrjiyê û bi taybet nift û gazê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu