Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Mesela serbixwetiya welatekî li warên curbicur û serbixwetiyê hevcetiyên gelanî pir giring e
Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja duşemiyê li civîna salvegera damezrandina şîrketa neteweyî ya gaza Îranê li Tehranê bal kişand ser vê yekê ku ji sloganên sereke yên Inqilaba Îslamî, serbixwetî û azadî bûne û got : Inqilab yanî serbixwe û bi palpiştiya dengê xelkê bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku inqilabîbûn yanê hebûna neteweyek azad bi hizreke azad, axiftin û rexnekirin û destnîşan kir: Eva ku îro xelk li înternetê, selîqe û raya xwe li bara hakimiyet û dewlet û bernameyan û biryaran dixin rojevê nîşana azadiya rexnekirinê ye.
Serokê saziya cihanînê bal kişand ser vê yekê ku mesela nift û gazê tenê aborî nîne belkî destpêka berhemanîna niftê li Îranê hinekî piştî inqilaba meşrûtê hevrê ligel babetên siyasî bûye û got: Nift tim li çarçova peywendiyên derfirotin û derkirînn bandor li warê siaysetê jî kiriye û gaz jî li qonaxa din ji hêla enerjiya paqij û hegerek bo peywendiya tev welatên din pir bibandor bûye. Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku bernama dewletê ser vê esasê ye ku rojê 200 milyon mêtrê kûp gaz bo derfirotinê were terxankirin û got: Welatê ku bernameyeke wiha hebe dê peywendiyên baş tev welatên cînar û welatên cîhanê li warê nift û gazê hebe ji ber ku li cîhana îro mesela geşepêdanê girêdayî bi ênêrjiyê û bi taybet nift û gazê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)