Civîna Astaneyê; Biryara navçeyî ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê
Bajarê Astaneya payetxa Qezaqistanê îro anku duşemiyê û roja sêşemiyê mêvandara civîna gotûbêjên sûrî-sûrî bi çavdêriya Komara Îslamî ya Îran, Rûsiye û Tirkiyê ye.
Civîna Astaneyê yekem civîn e ku bi dahênerî û pêngavrakirina navçeyî û bêyî amadebûna ewropiyan an hebûna rola rasterast a Amerîkayê tê lidarxistin. Ev civîna nîşana rola çalak û rasterast a welatên navçeyê ji bo birêvebirina hevsengiyên navçeyî ye.
Di vê navberê da piştgiriya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji gotûbêjên Sûriyê li bajarê Astaneyê pêngaveke girîng di riya çareserkirina qeyrana vî welatî tê hesêb ku bi rêbertiya Rûsiye û Îranê û bi hevrêtiya Tirkiyê ketiye rojevê. Hatiye ragihandin ku 14 komên çekdar bi mêhweriyeta koma çekdar a nasyar bi “Artêşa Azad a Sûriyê“ beşdarî civîna Astaneyê ne ku hejmara van komên çekdar li vê civînê, derfetek ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê piştî nêzikî şeş salan dabîn kiriye.
Serketina meydanî ya bereya berxwedanê li Sûriyê ji wan azadkirna bajarê stratijîk ê Helebê ji bin dagirkeriya komên çekdar û têrorîst hevsengiyên vî welatî him li warê siyasî û him li warê şêrr da guherandiye. Lihevkirina ji bo pêkanîna agirbesê li Sûriyê (30`ê Kanûna 2016`an) bi rawêjakriyên berdewam ên Îran, Rûsiye û Tirkiyê û dûra lihevkirina ji bo lidarxistina civîna Astaneyê, tenha riya li hemberî komên çekdar ên sûrî û piştgirên wan bûye.
Serketina Bereya Berxwedanê li Sûriyê û hilweşiyana hevgirtin û çarçoveya hevkariya têrorîstan û komên çekdar li navçeyên stratijîk ên vî welatî, di pratîkê da ewna lawaz kirin û amadebûna wan li civîna Astaneyê pejriandina xwesteka komkî bêyî pêgiriya li ser xwestekên wan ên yekalî ye ku li civînên berê li Jênêvê tu encamek ji bilî têkçûnê tinebû.
Civîna Astaneyê ku bi armanca tesbîta agirbesa ragihandî li Sûriyê û dabînkirina rewşê ji bo gotûbêjên ciddî ji bo aştiya mayînde di navbera dewleta vî welatî û komên dijber li pêşerojê hatiye sazkirin, bingeh û xîma çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê ye.
Têgihîştina rastiya Sûriyê, rêzgirtina li yekparçetî û hakimiyet û serweriya vî welatî, rêzgirtina li xwestekên gelê Sûriyê ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe ji wan diyarkirna pêşeroja siyasî ya Bişar Esed û têkbirina tam a têrorîsmê li vî welatî, plana mentiqî û bêhempa ji bo çareserkirna qeyrana Sûriyê ye.
Li gorî gotina Bişar Esedê serokomarê Sûriyê, sindoqên dengan pêşeroja siyasî ya wî diyar dike, ne maseya gotûbêjan li Astaneyê an her deverekî din; Çimku li gorî qanûna bingehîn a Sûriyê gel bi beşdariya li hilbiajrtinê serokomarê xwe hildibijêre.
Gotûbêja li bara rêkarên cihanînê li çarçova vê planê, aso û pêşeroja çareseriya qeyrana Sûriyê ron dike. Niha cîhanê bala xwe daye ser civîna Astaneyê kanê bibîne serê axir qeyrana derdora şeşsalî ya Sûriyê dikeve çi qonaxî.
Hebûna rola çalak û bêalî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li serketina civîna Astaneyê ku biryar e bingeha gotûbêjên siyasî yên pêşerojê di navebra komên sûrî li Jênêvê be, pêwîstiyek e ku nayê înkarkirn; Da ku bi vî awayî kiyar û pêngavkirinên lawaz ên vê saziya navneteweyî di serdema sikritiriya giştî ya Ban Kî Mûn da, li dewrana nû ya serokatiya vê saziyê ji aliyê Antonyo Gotrês va were cubrankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)