IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Welatên cînar bila Iraqê weke welatekî hevgirtî û yekperçe bibînin

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêwîsiya baştirkirina rewşa aborî ya vî welatî û ji welatên cînar xwest ku bila dev ji nihêrîna qewm û etnîkî li Iraqê weke sunne, şîe û kurd berdin.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê li civîna  Niftê li Bexdayê ser parastina yekitiya Iraqê li rawestana li ber terorîstan teqez kir û ji welatên cînar xwest ku bila li Iraqê bi çavê welatekî hevgirtî binêrin.

Ebadî her wiha diyar kir: Pir kesan gotin ku  karê Iraqê bi dawî bûye û  êdî hêza rabûnê lê nemaye li halekê ku  vî welatî îsbat kir ku ev fikra şaş e.

Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişand ser pêwîstiya  pêşketina Iraqê li beşa  xebitandina  sermaya taybet û lezgîniya  li pêvajoya avedankirina  vî welatî û destnîşan kir: Fesad û gendelî bûye sedem ku elaqeddariya xelkê Iraqê li vî welatî kêm bibe li halekê ku viyana  Bexdayê, rawestana sîstematîk li hember gendeliyê ye.

Heyder Ebadî her wiha destnîşan kir: Tevî şerê li hember DAIŞ`ê, berhemanîna niftê zêde bûye  li halekê ku  aboriya  vî welatî nikare  tenê pişta xwe bi niftê va girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu