ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya berdevkê wezareta karên derve ya Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê li ser pêwîstiya hevkariya welatên navçê bona sekinîn û şerrê li hember têrorîsmê pêgîrî kir.

Hisên Cabirî Ensarî, berdevkê wezreta karên derve ya Îranê, îro li civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê, têrorîsm û tundrêtî, serkaniya nearanî û pirsgirêkên navçê da zanîn û got: Ewlehiya navçê, li ser milê welatên navçê ye û bêyî hevhatin û siyasetên komkî, ewlehî û aramî li navçeya derdora me pêk nayê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, li bara gotinên Adil Cobeyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara qeyrana Sûriyê, destnîşan kir: Qeyrana Sûriyê û giranbûna wê, encama cihanîna planên welatên wekî Erebistanê bûye û ziyanên wê gihîştine hemû gel û netewên cîhanê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rêçareya siyasî, tenê bijareya pêşberî Sûriyê ye û destnîşan kir: Îran ser vê bawerê ye ku dewama rêçareyên berê, serkaniya qeyranê bûne û tenê dê bibin sedema giranbûn û berfirehbûna berûlayên bêewlehîtî û nearamiya li cîhanê.

Cabêrî Ensarî, sefera serokwezîrê Hindûstanê bo Îranê, girîng wesif kir û herwiha got: Heya berî boykotan, Îran duyemîn dabînkerê nifta Hindûstanê bû û li rewşa piştî lihevkirina navokî jî, wegeryana ser hevkariyên berê, ji karên sereke yên her du welatan e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha ji sefera bi vê zûtirkê ya Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, bo welatên Lehistan, Swêd, Lêtonî û Fînlandê agahî da û her wiha got: Di vê seferê de şêwirînên dîplomatîk bona berfirehkirina hevkariyên tev van welatana tê cih bên.

Wî li bara cihbûna sîstima mûşekî ya Amerîkayê li Romaniyê jî got: Her karek ku bibe sedema gef û xetera li hember Îranê, nayê qebûlkirin.

Cabirî Ensarî got, çalakiyên Îranê yên berevaniyê, gefek dijî tu welatekî nînin û dîroka zêde ji du sedsalan ya vê dawiyê ya Îranê nîşan daye ku tu karekî êrişker dijî tu welatekî navçê û cîhanê, cih neaniye û berovajî viya, bûye armanca plan û êrişên curbicur ku hin beşên Îranê jê cuda kirine.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, pêgîrî kir: siyaseta Îranê ya çekdariyê, li ser doktorîna berevaniyê ye û bona parastina ewlehî û aramiya Komara Îslamiya Îranê, her karek ji aliyê dewletên ku serekaniyê gefên dijî ewlehiya neteweyî û berjewendiyên Îranê be, ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu