Nehemîn civîna çapemeniyê ya Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê bi nûçegîhanên navxweyî û derveyî, hevgavê sala yekemîn a bi cihhatina Lihevkirina Navokî, îro sêşemiyê wê were li darxistin.
Ev civîna wê di saet 16`an a ser dema herêmê li salona şehîd Bihêştî ya saziya serokkomartiya Îranê li Têhranê were lêi darxistin.
Perwîz Ismaîlî, alîkarê peywendî û ragihandinê yê nivîsgeha serokê Komara Îslamiya Îranê, bi ragihandina vê nûçeyê got: Hesen Ruhanî di vê civîna nûçeyan, ji bilî raberkirina raporekê ji kiryarên dewletê bo gelê Îranê, wê di warên curbicur ên siyasî, aborî, çandî û civakî, bersivê bide pirsên nûçegîhanên navxweyî û derveyî.
Alîkarê peywendî û ragihandinê yê nivîsgeha serokê Komara Îslamiya Îranê, herwiha got: Zêde ji 220 nûçegîhan, wênehilgir û fîlmhilgirên navxweyî û derveyî, wê di vê civînê de beşdar bin.
Perwîz Îsmaîlî, got: Civîna nûçeyan a serokê Komara Îslamiya Îranê, wê bi awayekî rasterast ji kanalên navneteweyî û navxweyî ji wan kanalên Nûçeyan, AL ALAM û Press TV û herwiha Radyoya Seranserî ya Îranê were weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)