ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya Wilayetî û Emar Hekîm li Bexdayê

Elîekber Wilayetî, sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, roja pêncşemiyê li civîna hevpar a çapemeniyê ligel Emar Hekîm, serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, li Bexdayê got: Ev civata hewl dide fikra tekfîrî ku yek ji pirsgirêkên mezin ên cîhana Îslamê ye, kokbir bike.

Wilayetî ku bona beşdariya li civîna nehemîn a Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî, seredana Bexdayê kiriye herwiha got: Beşdariya 22 welatên Îslamî di vê civatê da, yekbûna misilmanan nîşan dide.

Seyîd Emar Hekîm, jî di vê civîna nûçeyan da got:  Konferansa Hişyariya Îslamî, li halekî li Bexdayê bi rê ve diçe ku operasyona mezin a azadkirina bajarê Mûsilê û sekinîna li hember terorîstên DAIŞ`ê cih tê.

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ ne tene gefek jibo Iraqê belki gefek jibo hemî cîhanê ye û herwiha got: Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî ku bi tivdîr û hikmeta rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hatiye damezirandin, bi beşdariya hejmareka zav a alim û kesayetiyên sunî û şîe yên cîhana Îslamê, bona agehdarbûna ji rewşa herî dawîn a cîhana Îslamê tê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu