ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna gotûbêja Îslam û Mesîhiyetê di nava Îran û Watîkanê

Dehemîn cvivîna gotûbêja navbera Olên Îslam û Xirîstiyaniyetê li ser navê “Zêdegavî û tundrêtî bi navê olê“ bi mazûvaniya Watîkanê û bi amadebûna Kardînal Jan Loyî Toran qaîmmeqamê Pop û Ebuzer Îbrahîmî Turkeman serokê Saziya Çand û Peywendiyên Îslamî ya Îranê hatiye lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ebuzer Îbrahîmî Turkemanî roja sêşemiyê li vê civînê pirsgirêka cîhana îro nezaniya nûjen da zanîn û destnîşan kir: Çavkaniya xûyabûna nezaniya nûjen nebûna baweriya bi hînekariyên êqil û cidabûna olê ji mirovahiyê da zanîn.

Îbrahîmî Turkeman tevî pêgiriya li ser viya ku di salên vê dawiyê da tundiyên birêxistinkirî li gellek ji cî û deverên cîhanê bi saya behrewergirtina ji hîndekariyên olî û ayînî zêde bûne, got: Hizr û gumanên viha encama nezantiya nûjen e û divê em têbikoşin da ku rê li ber îstiqrar û bicihbûna vê cûreya nezantî û cehaletê bigirin.

Serokê Saziya Çand û Peywendiyên Îslamî ya Îranê her viha got: Mixabin ku Cahiliyeta nûjen bi zanist û çekan bi pergal bûye û leza wê ya kavilkirin û wêraniyê zêdetir ji serdema cahiliyeta seretayî ye.

Kardînal Jan Loyî Toran qaîmmeqamê Pop jî amadebûna li vê civînê bi wateya dewama peywendiyên dostane di navbera misilman û katolîkan da zanîn.

Kardînal Jan Loyî Toran bal kişande ser pirraniya pirsgirêkên heyî li hinek ji deverên cîhanê û got: Ol dikarin roleke girîng li warê pêkanîna aştî û ewlehiyê li cîhanê hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu