IraqNûçeRojhilatanavin

Civîna Malikî, Ebadî û Amirî derbarê pêkanîna fraksyona piranîyê de

Alîkarê serokomar, serokwezîr û serokê Hevalbendîya Fetih a Iraqê bi merema pêkanîna fraksyona pranîyê civîyan.

Li gorî rapora malpera nûçan a Al Mayadeen`ê, li civîna Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê, Heyder Ebadî serokwezîr û Hadî Amirî serokê Hevalbendîya Fethê ku li mala Evdilhelîm Zehîrî yek ji rêvebirên Partîya Deiweyê hat lidarxistinê, her sê alîyan derbarê alûgurên sîyasî û xalên hevpar têkildarî plana pêkanîna fraksyona pirranîyê gotûbêj kirin.

Ev civîna hevgavê seredana desteya hevpar a Hevalbendîyên Fetih û Dewleta Qanûnê bo Hewlêrê û hevdîtina wê digel alîyên kurd hat lidarxistin.

Ji hêla din ve, Ehmed Esedî berdevkê Hevalbendîya Fethê pêgirî kir: Fraksyonên iraqî hela hevalbendîyek ji bo pêkanîna dewletê bi dest nexistine.

Esedî herwiha got: Lihevkirinên heta vê gavê bi wateya pêngavên ber bi pêş di rêka pêkanîna hevalbendîyekê de ne.

Berdevkê Hevalbendîya Fethê pêgirî kir: Hevalbendîya Fethê xwazyarê hejmartina bi destan a pişkeke dengan ji bo kutakirina nakokîyê têkildarî rastbûna encamên hilbijartinan e.

Di vî halî de, Keffah Mehmûd rawêjkarê mêdyayî yê serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hebûna rêketineke tam digel partî û komên ku seredana Hewlêrê kirine, derew zanî.

Wî ragihand ku desteyeke hevpar a PDK û YNK wê bi zûtirkê seredana Bexdayê bike.

Ji hêla din ve, Muqteda Sedir serokê Bereya Sedir a Iraqê ji fraksyonên sîyasî yên vî welatî xwest ku gotûbêjên bi Amerîkayê re yên têkildarî pêkanîna hevalbendîyan û qonaxa piştî wê rawestînin, ji ber ku vê meseleyê tenê têkilîya xwe bi iraqîyan re heye.

Başa dön tuşu