AsyaNûçeRojhilatanavin

Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî li Uzbekistanê karê xwe detpê kir

43mîn civîna Konseya wezîrên karên derve yên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Taşkendê, paytexta Uzbekistanê karê xwe destpê kir.

  Li gorî rapora îro ya ISNA`yê,  Eyad Medenî sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya  Îslamî li axiftina xwe li destpêka civînê ragihand ku welatên navçê tam ser serweriya Sûriyê û serbixwetiya vî welatî û yekitiya siyasî û yekperçetiya erdê wê disekinin.

Wî her wiha hêvî kir pêvajoya azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê bibe mînakeke baş jibo yekitiya Iraqê.

Li gorî gotina Eyad Medenî li vê civînê meselên herî giring li bara cîhana Îslamî û di serî de  mesela Filistînê û dagirkeriya Îsraîlê û zilma domdar li dijî birayên filistînî tê hilkolandin.

Wî tekez kir ku cîhana Îslamê bi vê rastiyê re rûbirû bûye ku zîvala Gazayê dê bibe wek zîndanekê.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî destnîşan kir ku terorîzm ne tenê aşitî û ewlehiyê li navçê dixe xeterê  belkî bi awayekî berfireh derbeyê li howiyet û nasnama Îslamî dixe.

Rêxistina Hevkariya Îslamî bi 57 endaman sêhem Rêxistina navneteweyî piştî NY û Rêxistina Tevgera Qeydnenasan bi endametiya welatên çar parezemînan  e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu