ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna rojnamevanîyê ya berdevkê wezareta karên derve ya Îranê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li civîna rojnamevanîyê ya hefteyê li koma nûçegihanan, li bara gotinên vê dawîyê yên rayedarên Tirkîyê têkildarî pişkdarîya vî welatî li opêrasyona azadkirina Mûsilê herwiha got:  Têkoşîna li hemberî têrorîsmê li deverê û heta li asta cîhanê mijareke girîng e û her dewleta ku dikare divê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê rabe.

Qasimî herwiha got: Di vî halî da bi tu awayî nayê qebûlkirin ku welatek bi heceta têkoşîna li hemberî têrorîsmê û her cinayeteke din serwerîya gelên din binpê bike û bêyî daxwaz û îzna dewleta navendî ya wî welatî bi awayekî yekalî bikeve dewrê û serwerîya wî welatî berçav negire.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di bersiva pirsa nûçegihanê me da li bara vexwendina vê dawîyê ya sefîrê Tirkîyê li Têhranê bo wezareta karên derve ya Îranê û îfadedayîna wî li bara gotinên rayedarên wî welatî li bara rola Îranê li Sûrîye û Iraqê got: Qasimî li bara helwesta Komara Îslamî ya Îranê li bara azadkirina Mûsilê ji hêla artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê jî got: Îran rêzê li hemî mezheb, eşîret û qewmîyetên Iraqê digire û behs û babeta wan ji ya têrorîstan û tekfîrîyên tundrê cida dizane.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hêvî kir ku azadkirina Mûsilê di rewşeke guncav da pêk bê û bibe sedema serwerîya zêdetir û bihêzkirina yekperçetîya axa Iraqê .

Qasimî herwiha bal kişand ser pêşwazîya Komara Islamî ya Îranê ji pêkanîna agirbesê li Yemenê û got: Mixabin Erebistanê agirbes berçav negirt û ew işkand û wer xûya dike ku rewşa Yemenê ji ya berê lihevalîyayîtir bibe.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hêvî kir ku Erebistan agirbesê bipejirîne û êrişên xwe rawestîne ta ku bi alîkarî û rêvebirîya NY agirbes pêk bê û şert û mercên muzakirê û peydakirina rêbazên sîyasî li navçê û Yemenê pêk bên.

Qasimî li bara gotinên vê dawîyê yên Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê li bara destpêbûna muzakirên vê YE`yê ligel Îran û Erebistanê têkildarî qeyrana Sûrîyê jî got: Xatûn Mogêrînîyê helwestên xwe ragihandin û bal kişand ser vîya ku van du welatana rol li Sûrîyê hene, helbet ev rola dikare çendberî be.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser cîgeh û rola Îranê li çareserkirina qeyrana Sûrîyê û got: Ew li bara cîgeh û rola Îranê li Sûrîyê baş haydar in û rola Erebistanê jî di vî warî da kifş e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu