ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna rojnamevaniyê ya berdevkê wezareta karên derve ya Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Şopandina hiqûqî ya karesata Minayê li asta navneteweyî didome.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî li civîna rojnamevaniyê tev nûçegihanan li bara  şopandinên vê dawiyê ya karesata  Minayê got: Li wezareta karên derve ya  Îranê kumîteyek hatiye avakirinê ku bi hevkariya saziyên din li asta navneteweyî û hiqûqî meselê tê şopandin.

Qasimî her wiha  kivşkirina  raporterê mafên mirovan a NY li karûbarên Îranê weke îstifada  kiêt û hereketeke siyasî da zanîn û got : Raporterê ku bi wajoya  welatekî piştgirê terorîstan yê mîna  Erebistanê tê kivşkirin henekeke dîrokî û weke  mesxerekirina  mafên miroavn e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Mixabin bi lêzanînên şaş ên hin sazî û rêxistinan û raberkirina  raporên şaş ku hatine weşandin li hin qonaxan raporterekî taybet li bara mafên mirovan  li Îranê hatiye kivşkirin ku eva hereketeke  şaş e ku qet nayê qebûlkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya  Îranê li bara  alûgurên  Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku mudaxila  biyaniyan mesele  tevlîhev kiriye û hêvî kir: Di pêşerojeke nêzîk de rêçareyeke  hêja  û ser qazanca  xelkê Sûriyê û navçê hasil bibe.

 

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bersiva  girtina  kesekî îranî-emerîkî ser navê Ramîn  Şahîn û îdiaya  daxawaz Emerîkayê jibo aazdiya wî got: Li vê barê bi Emerîkayê re tu muzakire nehatine kirin.

Qasimî li bara  têkiliyên  Îran û Fransayê jî got : Serokê parlemana  Fransayê ser deweta  serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îarnê îşev digihêje  Îranê û dê li Têhranê tev serokê Komara îslamî ya Îranê, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û rayedarên din ên  Îranê hevdîtin û gotûbêjê bike.

Wî her wiha  sefera Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Venezeulayê piştrast kir û got : Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo beşdariya  li civîna  tê ya  tevgera Qeydnenasan û sipartina  serokatiya vê tevgerê bo Venezeulayê sefera Karakasê dike .

Qasimî li bara  cinayetên Rejîma Siyonîstî li navçê jî got : Helwestên Rejîma Siyonîstî li navçê tam zelal in û ev rejîma  her derfetekê jibo zexta  ser gelê Filistînê bikar tîne .

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara peywendiyên  Îran û Rûsiyê jî got : Têhran-Moskowa li bara rawestana li ber terorîzmê bitaybet li Sûriyê helwestên hevpar hene û li warê eskerî jî hevkariyeke baş navbera her du welatan  heye .

Qasimî li bara kivşkirina  balyozê nû yê Îranê li Inglîzê û berfirehkirina  hevkariyên dualî got : Şopandina  jordebirina  asta peywendiyên  dîplomatîk navbera Îran û Inglîzê nayê wateya çareserkirian hemî pirsgirêkan .

Wî li bara  kivşkirina  balyozê Îranê li welatê Umanê jî got : Kivşkirina  balyozê nû yê Îranê li Umanê li halê hilkolandinê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu