Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Şopandina hiqûqî ya karesata Minayê li asta navneteweyî didome.
Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî li civîna rojnamevaniyê tev nûçegihanan li bara şopandinên vê dawiyê ya karesata Minayê got: Li wezareta karên derve ya Îranê kumîteyek hatiye avakirinê ku bi hevkariya saziyên din li asta navneteweyî û hiqûqî meselê tê şopandin.
Qasimî her wiha kivşkirina raporterê mafên mirovan a NY li karûbarên Îranê weke îstifada kiêt û hereketeke siyasî da zanîn û got : Raporterê ku bi wajoya welatekî piştgirê terorîstan yê mîna Erebistanê tê kivşkirin henekeke dîrokî û weke mesxerekirina mafên miroavn e.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Mixabin bi lêzanînên şaş ên hin sazî û rêxistinan û raberkirina raporên şaş ku hatine weşandin li hin qonaxan raporterekî taybet li bara mafên mirovan li Îranê hatiye kivşkirin ku eva hereketeke şaş e ku qet nayê qebûlkirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara alûgurên Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku mudaxila biyaniyan mesele tevlîhev kiriye û hêvî kir: Di pêşerojeke nêzîk de rêçareyeke hêja û ser qazanca xelkê Sûriyê û navçê hasil bibe.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bersiva girtina kesekî îranî-emerîkî ser navê Ramîn Şahîn û îdiaya daxawaz Emerîkayê jibo aazdiya wî got: Li vê barê bi Emerîkayê re tu muzakire nehatine kirin.
Qasimî li bara têkiliyên Îran û Fransayê jî got : Serokê parlemana Fransayê ser deweta serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îarnê îşev digihêje Îranê û dê li Têhranê tev serokê Komara îslamî ya Îranê, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û rayedarên din ên Îranê hevdîtin û gotûbêjê bike.
Wî her wiha sefera Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Venezeulayê piştrast kir û got : Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo beşdariya li civîna tê ya tevgera Qeydnenasan û sipartina serokatiya vê tevgerê bo Venezeulayê sefera Karakasê dike .
Qasimî li bara cinayetên Rejîma Siyonîstî li navçê jî got : Helwestên Rejîma Siyonîstî li navçê tam zelal in û ev rejîma her derfetekê jibo zexta ser gelê Filistînê bikar tîne .
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara peywendiyên Îran û Rûsiyê jî got : Têhran-Moskowa li bara rawestana li ber terorîzmê bitaybet li Sûriyê helwestên hevpar hene û li warê eskerî jî hevkariyeke baş navbera her du welatan heye .
Qasimî li bara kivşkirina balyozê nû yê Îranê li Inglîzê û berfirehkirina hevkariyên dualî got : Şopandina jordebirina asta peywendiyên dîplomatîk navbera Îran û Inglîzê nayê wateya çareserkirian hemî pirsgirêkan .
Wî li bara kivşkirina balyozê Îranê li welatê Umanê jî got : Kivşkirina balyozê nû yê Îranê li Umanê li halê hilkolandinê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)