EwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan Kosovîyên Arnawût di refên DAIŞê de şer dikin

Di konferansa ‘Arnawûtên Misilman ên li Balkanan’ a li doh li Kosovayê li dar ket de, bal hat kişandin ku di 5 salên dawî de hejmara DAIŞîyên Kosovayîyên Arnawût zêde bûye.

Li konferansa ku li paytexta Kosovayê Prîstîneyê bi piştgiriya Lîga Îslama Dinyayê bi rê ve çû de, hejmara milîtanên DAIŞê yên ji Kosovayayîyên Arnawût jî hat eşkere kirin.

Li gor amarên ji dezgehên ewlekariyê yên Kosovayê hatine wergirtin, 316 Kosovayî di refên DAIŞê de şer dikin û 140 kesên din jî li Sûriye û Iraqê di nav rêxistinê de cî digirin.

Miftiyê Kosovayê Naîm Têrnava, da duxaykirin ku sedema beşdarbûna Kosovayîyan a nav îslama radîkal hebûna misyonerên sexte, cehalet û feqîrî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu