AsyaEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna sêalî di navbera Îran, Komara Azerbaycan û Rûsiyê

Civîna sêalî di navbera serokkomarên Îran, Komara Azerbaycan û Rûsiyayê îro duşemê dê bi rê keve.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê, Îlham Elîev serokomarê Komara Azerbaycanê û Veladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyayê îro dê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê civîneke sêalî bi rê xînin.

Li vê civîna sêalî ,serokomarên Îran, Komara Azerbaycan û Rûsiyayê dê li babetên aborî, Tecaret, teranzît, enirjî, Telekom, Jîngeh û xebatên hevpar bona sekinîna li hemberî terorîzmê bi hev ra biaxivin.

Li kêlega civîna Bakûyê, Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê dê tev Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê jî civîneke hevpar hebe û li vê civînê duyalî dê li bara meselên wekî çawaniya berfirehkirina hevkariyên navbera Têhran-Moskoyê bi hevra hevdîtinê bikin.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê ser deweta Îlham Elîev serokomarê Komara Azerbaycanê bi serokatiya taximka payebilind, ji bo seredaneka fermî, derbasî Bakûyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu