ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Civîna sêalî ya wezîrên berevaniyê yên Îran, Rûsya û Sûriyê

Li gorî vexwendina fermî ya serdar Hisên Dêhqan wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamiya Îranê ji jênêral Sêrgêyî Şovîgo wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê û sipehbod Fehed Casim Ferîc wezîrê berevaniya Sûriyê, civîna van her sê wezîran yê sibê pêncşem 9`ê Hezîranê li Têhranê bê lidarxistin.

Di vê civînê da ku li gorî insiyatîfa Komara Islamiya Îranê yê bê lidarxistinê, alûgurên herî dawiyê yên navçê û riyên bihêzkirin û berfirekirina têkoşîna li hemberî têrorîsmê yê bên hilkolandin.

Îran û Rûsya ji piştgirên sereke yên dewleta Bişar Esed serokomarê Sûriyê li warê têkoşîna li hemberî têrorîstan li vî welatî tên hesêb.

Îran li warê têkoşîna dijî têrorîsmê, rawêjkariya eskerî dide Sûriyê û Rûsya jî bi balafirên xwe yên cengê li gorî îzna dewleta Şamê êrişî pêgehên têrorîstan ji wan DAIŞ`ê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu