NûçeRojhilatanavin

Civîna serokê Komara Îslamiya Îranê tev medya navxweyî û derveyî

Serokê Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê li civîna tev medya navxweyî û yên biyanî, bersiva pirsyarên nûçegîhanan ên li bara hilbijartinên li 26`ê Sibatê, lihevkirina navokî, rewşa navxweyî ya aboriyê û siyaseta derveyî ya Îranê ya li navçe û cîhanê dan.

Hesen Rûhanî, berêvariya yekşemiyê li vê civînê, bal kişand ser hilbijartinên li 26`ê Sibatê yên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê û Meclisa Şarezayên Rêberiyê û got, xelkê Îranê di vê hilbijartinê careka din pêbaweriya xwe ya bi nizam û rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, nîşan dan û bi beşdariya berfireh a di warên dengdayînê, bûn sedema heyirîmayîna cîhanê.

Ruhanî, Serokê KOmara Îslamiya Îranê, herwiha got, xelkê Îranê bi beşdariya herî zêde ya li hilbijartinan, bingehên pergala Îslamî qahîmtir kirin.

Ruhanî, herwiha li ser hevkariya di navbera hemû sazî û hêzên li Îranê de, pêgîrî kir û got: Li Komara Islamî ya Îranê meclisa bin fermana dewletê û dewleta bin fermana meclisê tine û her du bi hevkariya hev armancên hevpar dişopînin.

Serokomarê Îranê bal kişande ser rakirina boykotên welatên rojavayî li dijî Îranê û her viha got: Berî lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û 6 welatên hêzxurt ên cîhanê, idia dihat kirin ku Komara Islamî ya Îranê aştiya cîhanî xistiye ber xeterê, lê roja îro Îran bûye welatekî herî girîng li civaka cîhanî.

Serokomarê Îranê got: Ewlehiya ku roja îro li Îranê heye li tu yek ji welatên navçeyê tine.

Serokê KOmara Îslamiya Îranê, herwiha bal kişand ser vê yekê ku lihevkirina navokî ya yekê bi dawî hatiye û û got: welatên endamên grûpa 5+1`ê sozên xwe bi cih anîne û nihêrîna xwe ji hêla siyasî li beşên curbicur ragihandine û Îran ji Amerîkayê dixweze ku bona cihanîna Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar çalaktir be. Serokê Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir, helbet ku eger aliyê hemberî me bixweze ku li beşek ji vê riyê, sextekariyê bike, dê bi berteka lezgîn a Komara Îslamiya Îranê re rûbirû bibe.

Ruhanî sala nû ya îranî yanî sala 1395`an a koça tavî, salekî pirr baştir a ji hêla rewşa aboriyê û tenahiya giştî anegorî sala 1394`an ji bo xelkê Îranê da zanîn. Wî got: Îro rojê rewş ji bo bidestxistina sermayeya biyanî û danûstandina tev bankan baştir bûye û divê hemû wezaretxaneyên aboriyê xwe ji bo alûgorekê di sala tê de amade bikin.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, herwiha got, bidestxistina mafên Îranê tenê girêdaiyê mijara navokî nîne û Îran dê wegere mewqiya xwe ya berê ya li derfirotina niftê. Her di vê mideha kêm de, derfirotina nifta Îranê 400 hezar bermîlî zêde bûye.

Ruhanî bal kişand ser zêdebûna çalakî û hevkariya bankên îranî tev bankên biyanî û herwiha veguhestina hêsan a pereyên Îranê û herwiha got: Di mideha çend mehên vê dawiyê de, 4.2 mîlyard dolar sermayedanîn qeyd bûye.

Serokkomar herwiha got, Îran dê riya danûstandina tev kompaniyên biyanî, bidomîne, helbet bi vê mercê ku divê danûstandinên aboriyê yên her du aliyan bi awayekî be ku sermaye û têknolojî derbasî Îranê bibin û beşek ji berhema hevpar jî ji bo derveyî welêt were şandin.

Rûhanî herwiha li bara plana Rûsyê ya bona federalbûna Sûriyê û plana Amerîkayê ya ji bo perçekirina Sûriyê, destnîşan kir ku peywendiyên baş ên di navbera Îran û Rûsiyê de nayê wê wateyê ku Îran her karekî vî welatî erê diek.

Serokê Komara Îslamiya Îranê got: Armanca sereke ya Îranê, parastina yekperçetiya axa welatên navçeyê û ji wan Sûriyê, wegeryana xelkê Sûriyê ser jiyana xwe ya asayî, bidawîhatina şêrr û têkçûna têrorîsmê ye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu