IraqNûçeRojhilatanavin

Civîna serokên 5 firaksiyonên iraqî ji bo amadekirina rêziknameya navxweyî ya firaksiyona pirranî ya meclisê

Çavkaniyên iraqî ji civîna hin firaksiyonên iraqî bi armanca pêkanîna komîteyekê agahî dan ku berpirsyariya wê amadekirina rêziknameya navxweyî ya firaksiyona pirranî ya meclisê ye.

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê çavkaniyên iraqî, serokên firaksiyonên El Feth (Hadî Amêrî), Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî), El Nesr (Heyder Ebadî), Mêhwera Netewî (Sunne) û Partya Îslamî ya Iraqê li mala Hadî Amêrî, serokê Firaksiyona El Fethê kom bûn. Çavkaniyên agehdar gotine armanca vê civînê pêkanîna komîteyek e ku armanca wê amadekirina rêziknameya navxweyî ya firaksiyona pirranî ji bo ragihandina li meclisê ye, li halekê ku komîteyeka duyem jî pêk tê ku berpirsyariya wê amadekirina stratêjiyek wekî bernama dewleta tê ye ku firaksiyona pirranî ya parlimanê pêk tîne.

Şêwirînên curbicur ên di hemî waran de ji bo pêkanîna firaksiyona pirranî ya parliamnî ya li Iraqê pêk tên û çavkaniyek li hevalbendiya Fethê jî gotiye hin civîn di navbera serokên Feth û Mêhwera Netewî de li Hewlêrê hatine lidarxistin.

Heyder El Fewadî, serokekî Hevalbendiya Nesrê ser bi Heyder Ebadî jî got: Divê hin şêwirîn ji bo beşdariya hemiyan bona pêkanîna dewleta tê ya Iraqê berdewam bibin.

Heyder Ebadî ji Fuad Mesûm, serokomarê Iraqê xwestiye ta ku ji Parlimanê bixweze demlidest civînekê pêk bîne.

Başa dön tuşu