NûçeAsyaCîhanRojhilatanavin

Civîna serokên welatên endamê Şanghayê li “Semerqend” û endametiya Îranê di vê rêkxistinê de

Civîna Civata Serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê vê Înê bi serpereştiya Serokomarê Uzbekistanê Şeukat Mîrziyayêv li bajarê Semerqendê li darket û di vê civînê de endamtiya tam a Îranê di Rêxistina Şanghayê de hat ragihandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, di vê civînê de serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ji wan Hindistan, Qazaqistan, Çîn, Qirqîzistan, Pakistan, Rûsiye, Tacîkistan, Uzbekistan û “Zhang Ming” sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Şanghayê û “Ruslan Mirzayev” serokê komîteya cîbicîkar a pêkhateya herêmê ya Dijî Terorê ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê amade bûn.

Di merasima vekirina vê civînê de, Mîrziyayev got: Di heyameke kurt a dîrokî de, Rêxistina Hevkariya Şanghayê bûye beşdarê geşedanên navçeyî û cîhanî.

Di Civîna Civata Serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê de Zhang Ming, sekreterê giştî yê vê rêxistinê û Rûslan Mîrzayev, serokê komîteya cîbicîkar a saziya navçeyî ya dijî têrorîsmê ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê, bi fermî endamtiya tam a Îranê di Rêxistina Şanghayê de ragihandin, ku bi teşwiq û çepikan ji aliyê beşdarên civînê ve hat pêşwazîkirin.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê rêxistineke navdewletî û navneteweyî ye ku di 15ê Hezîrana 2001ê de li Şanghaya Çînê ji aliyê Qazaqistan, Çîn, Qirgizistan, Rûsya, Tacîkistan û Uzbekistanê ve hatiye damezrandin.

Di civîna rêxistina Hevkariya Şanghayê de ku di 8 û 9ê Hezîrana 2017an de li bajarê Astanaya paytextê Qazaqistanê hat lidarxistin, Hindistan û Pakistan bûn endamên daîmî yên vê rêxistinê. Niha jî Komara Îslamî ya Îranê bûye endamê hertimî ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê.

Başa dön tuşu