FilistînNûçeRojhilatanavin

Plana ÎsraîlêRejîma siyonîstî bona zêdekirina Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê li erdên dagirbûyî

Rayedarên Siyonîst li bara plana Îsraîlê bona zêdekirina Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê li erdên dagirbûyî agahî dan.
Malpera nûçan a filistînî (Sefa) ji zarê rojnama siyonîstî ya Mearîvê roja duşemiyê nivîsî ku berpirsên vê rejîmê ragihandin ku dê bi zûtirkê plana zêdekirina Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê li erdên dagirbûyî û cihanîna qanûnên Til Avîvê li bajarokên wê bo Kinêsêtê were raberkirin.

Di eynî demê de, Aylet Şakîd, wezîrê dadweriyê yê Îsraîlê bal kişand ser zêdekirina Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê li erdên adgirbûyî û got: Kabînê tim ser cihanîna qanûnên Îsraîlê li bajarokên Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê pêgirî kiriye.

Şîla El-Dar, endamê partiya Lîkodê jî got: Ev plana li nav bernameyên sereke ya rastgirên Kinêstê ye.

Ji aliyê din ve, Yehûda Fanîniştan, misteşarê berê yê Rejîam Siyonîst dijberiya xwe li hember vê planê ragihand û got: Pejiarndin û cihanîna wê li Kêleka Rojavayiya Çemê Urdinê, dê rexneyên tund ên navneteweyî û kiryarên dijwar li dijî gelê Îsraîlê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu