ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Doza navneteweyî dijî Erebistanê ji ber siyasîkirina hecîtiyê

Desteya navneteweyî ya çavdêriya li ser heremên şerîf bi nameyên cuda bo Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û komîteya Olî û Azadiya Bawer û Ramanê ya Komîteya Mafên Mirov a Parlemana Ewropayê, li dijî Erebistanê ji ber siyasîkirina hecîtiyê û sînordarkirina azadiyên dînî doz vekir.

Lin gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Desteya navneteweyî ya çavdêriya li ser heremên şerîf li vê nameyê, tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji zêdebûna binpêjkirina mafên dînî yên heciyan ji aliyê Erebistanê va, ragihand: Riyaz hema wisa girtin û vegerandina heciyên umre  ku piştî pêkanîna tevahiya qonaxên idraî derbasî nav Erebistanê bûye, didomîne û heta niha hejamreka zêde ya misilmanan ji ber baweriya dij an hebûna nakokiya siyasî digel welatên wan, ji cihanîna rêûresman bêpar kiirne.

Desteya navneteweyî ya çavdêriya li ser heremên şerîf  her wiha ragihandina şert û mwercan ji bo hebûna heciyên qeterî ji aliyê Erebistanê va cûreka bacxwaziya siyasî da zanîn û daxwaz kir ku ziyanên lêketî li welatiyên qeterî ji aliyê Erebistanê ji ber girtina pêşiya cihanîna rêûresmên hecîtî û umreyê di heyama du salên bihurî da cubran bike.

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistanê di meha Hezîranê da daxûyaniyek derbarê şert û mercên şert û mercêîn hebûna heciyên qeterî da ku li ser esasa wê tenê heciyên qeterî dikarin  beşdarî umreyê îsal bibin ku derveyî vî welatî û tenê ji riya hewayî bigihêjin firokexaneya Melik Xalid a Cedeyê.

Elî Bin Semîx El Merî, Serokê Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan a Qeterê jî li vî warî da ragihand: Dûheyê ji ber hegerên siyasîkirina Hecê doz li dijî siûdiyan vekiriye da ku kiryarên qanûnî û lezgîn li dijî Erebistanê veke.

Başa dön tuşu