ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên aborî û darayîya Îranê, kiryara Amerîkayê ya zevtkirina darayîyên Banka Navendî ya Îranê li Logzamborgê li dijî qirarên têkildarî mafên navnetewî zanî

Elî Teyîbnîya li rex civîna desteya wezîran bi pêkutîya ser vê yekê ku Îran bi hemî potansîyelan ji dabînkirina mafê xwe berevanîyê dike, got: Eva ku amerîkî bi dû zevtkirina darayîyên Îranê li derve bin û bixwazin darayîyên Îranê hilgirin, li dijî qanûnên navnetewî ye û ev darayî li her dera dinyayê bin yên Banka Navendî ya Îranê ne û divê hemî welat rêzê lê bigirin.

Rêvebirê giştî yê hiqûqî yê Banka Navendî ya Îranê jî duh hewldana Amerîkayê jibo zevtkirina darayîyên Komara Islamî ya Îranê li Logzamborgê berovajî maf û peymanên navnetewî zanî û got ku imkana cihanîna wê jî nayê qebûlkirinê.

Dadwerekî logzamborgî li dewama sîyasetên bikîn ên welatên rojavayî bi serkirdetîya Amerîkayê li dijî Îranê, fermana zevtkirin ango bilokekirina milyardek û 600 milyon dolar ji darayîyên Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê li wî welatî da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu