CîhanEfrîqaNûçe

Ciwanên ji Sûdanê bi resmên dîwaran qala şoreşê dikin

Li Sûdanê piştî 30 salan bi tevgera gel va rêveberiya Omer Beşîr ji text hat daxistin, aktorên ciwan ên tevgera gel a 4 meh in dewam dike bi resmên li ser dîwaran xêz dikin va qala şoreşê û qezencên xwe dikin

Li ser dîwarê goristana nêzî baregeha eskerî ya lê xwepêşandan tên kirin van rojan resim tên xêzkirin. Ciwanên beşdarî çalakiyan bûn bi resmên li ser dîwaran xêz dikin va qala şahiya xwe û fikr û ramanên xwe dikin.

Di nav resmên ku ciwanan li ser dîwaran xêz kirin da dîmenên wekî “Jina Sûdanî” ya di xwepêşandanên dijî rejimê da pêşîkêşî kiribû, artêşa aliyê çalakvanan girt û resmên qalê dikin ku rêça rejimê hê tam nehatiye paqijkirin hene.

Başa dön tuşu