Bingehên nûçan îro sibê ragihandin ku yekîneyên mûşekî yên Yemenê, pê mûşeka Balistîk êrişî ser hêzgeha Iliktirîka Şefîqa bajarê Cîzanê li başûra Erebistanê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a El-Mesîreya Yemenê, yekîneyên mûşekî yên Yemenê îro pê mûşeka Balistîk êrişî ser hêzgeha iliktirîka Şefîqa bajarê Cîzanê li başûra Erebistanê kir û ev mûşeka li hedefa sereke ket û xisaretên giran li vê hêzgehê xistin.
Hêzgeha iliktirîka Şefîqa bajarê Cîzanê li başûra Erebistanê iliktirîka pêgehên eskerî yên Erebistanê dabîn dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)