CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

CNN: Bomba ku xwendekarên yemenî kuştin, li Amerîkayê hatibû çêkirinê

Kanala nûçan a CNN a Amerîkayê li raporekê ragihand: Bomba ku Hevalbendîya Ereb a bi serkirdetîya Erebistanê li Yemenê dijî otobûsa hilgirê xwednekarên medreseyekê bi kar anî û di encamê de 40 xwendekar hatin kuştinê, Amerîkayê çêkiribû û di çarçova peymanên firotina çekan de ji hêla Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve radestî Erebistanê hatibû kirin.

Kanala CNN`ê ku bi hevkarîya nûçegihanên yemenî û şarezayên çek û rextan di vî warî de lêkolîneke serbixwe pêk anîye ragihand ku ev bomba ku bû sedema kuştina 40 xwendekarên yemenî li parêzgeha Seidê, bombeke 227 kîloyî bû ku berhema kompanîya amerîkî ya Lakhîd Martînê ye û Amerîkayê dabû Erebistanê.

Ew bomba gellekî dişibe bomba ku di Cotmeha sala 2016`an de dijî merasimeke şîngêrîyê li Senayê hat bikaranînê ku di encamê de 155 kes hatin kuştinê û bi sedan kes jî birîndar bûn.

NY li rapora xwe ya sala 2016`an a derbarê şerê Yemenê de hêzên Hevalbendîya Ereb a bi serkirdetîya Erebistanê berpirsê kuştina beşeke girîng a kuştina sivîlan li şerê Yemenê zanîn lê, tenê çend rojan piştî vê raporê, NY ji helwesta xwe hat xwarê û navê Erebistanê bi awayekî demkî ji “lîsteya welatên zarokuj li Yemenê“ derxist.

Başa dön tuşu