ÎranNûçeRojhilatanavin

Coş û kelejana huseynî li seranserê Îrana Îslamî

Navê Huseyn (s) li 40`mîn roja şehadeta wî li seranserê Îrana Îslamî deng veda.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, li tazîdariya Erbeîna seyîd û salarê şehîdan hezretê Eba Ebdullah El-Huseyn (s), evîndarên wî hezretî ji her derekî welatê îslamî rabûne û mersima tazîdariya huseynî û kombûna li mizgevt, tikiye û huseyniyan, ev hemaseya mezin a huseynî  li dar xistin.

Cardinê navê Huseyn(s)  piştgirê mezlûmên cîhanê piştî derbasbûna 40 rojan ser şehadeta wî hezretî û hogirên wî li çola Kerbelayê ji aliyê talankirên ola Îslamê li Îrana Îslamî deng veda.

Gelê reşpoş ê huseynî li her derekî Îranê bi hildana alên şêngêriyê û birêxistina karwanên tazîdariyê li erbeîna seyîd û salarê şehîdan tazîdarî kirin.

Her wiha tazîdarên huseynî li Erbeîneka din bi amadebûna li cihên pîroz û tiberik bi xwendina nuheyê û xistina li sîngê xwe û patina xwarekên nezrî haceta xwe ji wî îmamê şehîd daxwaza kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu