CîhanEwropaNûçe

Cotyarên Katalonya bi traktor referandûma serxwebûnê diparêzin

Sedan cotyarên herêma Katalonya li Îspanya bi traktoran navendên dengdanê yên referandûma serxwebûna herêma xwe diparêzin.

Ew cotyarane bi 500 traktoran ve gelek şeqamên bajarê Barcelona ku paytexta herêmê ye girtine û biryar dane 2315 binke û navendên dengdanê biparêzin.

Berî nahe hikûmeta Îspanya ferman dabû polis ku rê li dengdana hemwelatiyên Katalonya bigre û rê nede referandûma serxwebûnê pêkbê.

Biryare sibê 01.10.2017ê hemwelatiyên Katalonya biçin ser sindoqên dengdanê û biryar derbarê çarenivîsa xwe de bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu