IraqNûçeRojhilatanavin

Li Bexdayê li paytexta Iraqê teqînek çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin ku li Bexdayê li paytexta Iraqê teqînek çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Teqîn li Taxa Firat a li rojavayê bajarê Bexdayê pêk hat..

Lî gorî Çavkaniyê ewlehî, bûyer li nêzîk cihên bazirganî yên li Taxa Firatê û di encama teqîna bombeyeke çandî de bûye. Heman çavkaniyê eşkere kir ku di encama teqînê de kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Li goî zanyariyan, hêzên ewlehiyê çardora cihê teqînê dorpêç kirin û dest bi lêgerîn û operasyonê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu